Berpirsekî din ê AKPê hate kuştin

Cîgirê Serokê navçeya Qelqeliya Wanê ya AK Partîyê, Aydin Ahî di êrişeke çekdarî de hat kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê navçeya Qelqeliya Wanê ya AK Partîyê, Aydin Ahî di êrişeke çekdarî de hat kuştin.

Duhî şev demjimêr 22:30 Cîgirê Serokê AKP'ê yê navçeya Qelqeliya Wanê Aydin Ahî li mala xwe rastî êrişeke çekdarî hat û di encama êrişê de bigiranî birîndar bû.

Piştî ku Aydin rakirin nexweşxaneyê, ji ber birînên xwe yên giran jiyana xwe ji dest da.

Li gorî çapemeniya Tirkiyeyê Aydin ji aliyê PKK'ê ve hatiye kuştin, lê ta niha PKK'ê li ser kuştina wî ti daxuyaniyek fermî nedaye.

Pêr jî Cîgirê Serokê Şaxa Licê ya AKP'ê Orhan Mercan hatibû kuştin.