YPG: Amdekariyên Tirkiyê gihêştiye asta ragihandina şer

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) radigihîne, amadekariyên artêşa Tirkiyê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê gihêştiye asta ragihandina şer.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) radigihîne, amadekariyên artêşa Tirkiyê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê gihêştiye asta ragihandina şer.

Ji demekê ve Tirkiye gefa wê yekê xwaribû, ku operasyoneke din ya leşkerî li bakurê Sûriyê birêve bibe. Herwiha ji demekê ve jî gundên Efrînê û devera Şehba topbaran dike.

YPG jî li hemberê topbaran û gefê ragihand, bersiva her êrîşekê didin, heger ji aliyê Tirkiyê ve li nava xaka Sûriyê were kirin.