Demîrtaş bo yekem car diçe dadgehê

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahetîn Demîrtaş bo cara yekem sibe diçe dadgehê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahetîn Demîrtaş bo cara yekem sibe diçe dadgehê.

Peyamnêrê K24ê li Enqerê da zanîn ku, Dadgeha Tawanan a 35 li Enqerê bi HDPê ragihandiye ku sibe demjimêr 10:00 Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş li pêş dadgehê amade dibe.

Hevserokê HDP Selahedîn Demîrtaş ji 4 Mijdara 2016an di girtîxaneya Edîrneyê de ye, berê bi rêya vîdeokonferansê beşdarî rûniştinên dadgehan bûye.

Peyamnêrê me da zanîn ku, tê çaverêkirin zêdetirî hezar parêzerî bo berevaniya di ber Demîrtaş de amade bibin.