4 penaberên Sûrî di zindanên Libnanê de canê xwe ji dest dan

Artêşa Libnanê ragihand 4 girtî ji penaberên Sûrî ku hatibûn binçavkirin ji ber nexweşiyê û rewşa wan ya tenduristiyê canê xwe ji dest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Libnanê ragihand 4 girtî ji penaberên Sûrî ku hatibûn binçavkirin ji ber nexweşiyê û rewşa wan ya tenduristiyê canê xwe ji dest dane.

Opozîsyona Suriyê jî ragihand, li Libnanê bi serperiştiya Hizbulaha Libnanî karekî rêkxistinkirî tê kirin ji bo girtin û kuştina her Sûriyeyekî ku ne ligel Beşar Esed be.

Rêxistinên mafên mirovan jî ji aliyê xwe ve daxwaza vekolînekê derbarê mirina wan her çar penaberên Sûrî kirin.

Roja 30 Hezîrana borî hêzên Feyleqa Heştemîn a artêşa Libnanê bi ser kampên penaberên Sûrî de girtibûn û bi tuhmeta ku ser bi rêxistinên terorê ve ne, bi sedan ji penaberên Sûrî binçav kiribûn.

Li Libnanê bêtir ji yek milyon penaberên Sûrî hene, di dema dawî de hejmarek ji kampan rastî operasyonên ewlehî hatine.