Omer Çelîk: Em rapora Parlementoya Ewropayê qebûl nakin

Wezîrê Karûbarên Yekîtiya Ewropa yê Tirkiyê Omer Çelîk rapora Parlamentoya Ewropa tund rexne dike û dibêje, ew rapor pêwendiyên Tirkiyê û Yekîtiya Ewropa têk dide û bi ti awayê nayê qebûlkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Karûbarên Yekîtiya Ewropa yê Tirkiyê Omer Çelîk rapora Parlamentoya Ewropa tund rexne dike û dibêje, ew rapor pêwendiyên Tirkiyê û Yekîtiya Ewropa têk dide û bi ti awayê nayê qebûlkirin.

Çelîk, piştî ku pêşniyara rawestina danûstandinên endamtiya Tirkiyê di Parlamentoya Ewropayê de hat qebûl kirin, da xuyakirin, di van du salên dawî de hemû raporên Ewropayê retkirine û vê jî ret dikin.

Çelîk got, rapor yekalî û bi nêzîkatiya siyasî hatiye amadekirin û ti bingeha hevkarî tê de nîne. Da zanîn, di raporê de tê destnîşankirin, eger guhertinên destûrê bên bicîhkirin, dê pêwendî ji binî vê bên rawestandin û da xuyakirin, ev nêrîn nedîtina vîna gel e ku di referandumê nîşan daye û bi ti awayê nêzîkatiyeke weha qebûl nakin.

Da xuyakirin, ew banga bo PKK di cîh de dibînin, lê PKK beriya çend mehan di Parlamentoya Ewropayê de pêşangeh vekiribû û divê destpêkê ev yek bê dîtin.