Li Sêrtê êrişî qeymeqam û Qeyumê Hawêlê hat kirin
K24-Navenda Nûçeyan
Li Sêrtê êriş li qeymeqam û Qeyumê navçeya Hawêlê hat kirin. Hat ragehandin di êrişê de kuştî û birîndar nînin.
Îro berêvarê, di dema derbasbûna otombêla Qeymeqamê Hawêlê Mehmed Kocabey de, bombeya ku berê hatibû bicîhkirin, hat teqadin.
Hat ragehandin, di encamê de zererên madî hene lê kuştî û birîndar nînin.
Berê jî çend car hemberê qeyuman êriş hatibû kirin û 2 siyasetmedarên AK Partî li Licê û Qelqeliyê hatibûn kuştin.