Tillerson: Rola Esed di pêşeroja Sûriyê de tune ye

Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand, ku ti cihê serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed di paşeroja Sûriyê tune ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand, ku ti cihê serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed di paşeroja Sûriyê tune ye.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di perawîza civîna G 20 de li Hamburgê ragihand, Amerîka ti rola Esed û malbata wî di pêşeroja Sûriyê de nabîne.

Tillerson got jî, heta niha çawaniya dûrxistina Serokê Sûriyê Beşar Esed nehatiye diyarkirin, Lê bêgûman di qonaxa veguhastina siyasî de, ti rola Esed namîne.

Tillerson tekez kir, Washington amade ye jib o çareserkirina krîza Sûriyê ligel Moskoyê kar bike, wek ragihandina deverên dijefirînê û belavkirina çavdêrên navdewletî û gihandina alîkariyan bo deverên Sûrî.