24 endamên DBPê hatin binçavkirin

Li bajarên Sêrt û Şirnex yên Bakurê Kurdistanê 24 endam û rêveberên DBPê hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarên Sêrt û Şirnex yên Bakurê Kurdistanê 24 endam û rêveberên DBPê hatin binçavkirin.

Di çarçoveya operasyona hêzên ewlekariya Tirkiyê ya di bin navê operasyona li dijî PKKê de, li Sêrtê 15 endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin binçavkirin.

Li navçeya Hezex ya Şirnexê jî di serdegirtina malan de 9 endam û rêveberên DBPê hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin, ji bo lêpirsîne şandine rêveberiya ewlekariyê.