YNK û Goranê pirsa referandûmê gotûbêj dikin

Biryar e îro serkirdayetiya Hevbeş a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê li Silêmaniyê bicivin û pirsa referandûmê gotêbêj bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e îro serkirdayetiya Hevbeş a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê li Silêmaniyê bicivin û pirsa referandûmê gotêbêj bikin.

Li gor medyay fermî ya YNKê, îro serkirdayetiya Hevbeş a YNK û Tevgera Goranê li baregeha Polîtburoya YNKê ya li Silêmaniyê bicivin û pirsa referandûmê û dawî pêşhatên Herêma Kurdiststanê gotûbêj bikin.

Ev yek di demekê de ye, îro civîna Encûmena Bilind a Referandûmê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rê ve diçe, her yek ji Qubad Talebanî û Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm jî beşdarî civînê dibin. YNKê jî aşkere kiriye ku ew herd du jî ne nûnerên YNKê ne.

Dawî civîna Serkirdayetiya Hevbeş a YNK û Goranê di 23 Hizîrana borî bû, li gor daxuyaniyeke wê serkirdayetiyê ku guftûgo li ser encamdana referandûmê û aktîvkirina parlemento û rêkeftina siyasî ya YNK û Goranê hatibû kirin.