HDKÎ: Derfeteke dîrokî li pêş Kurd e bo serxwebûnê

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (HDKÎ) ragihand, ku niha demek dîrokî ye bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (HDKÎ) ragihand, ku niha demek dîrokî ye bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê HDKÎ Hesen Şerefî di dema merasîma bibîranîna Sekreterê Giştî yê berê Dr. Ebdurehman Qasimlo ku li Hewlêrê hate pêkanîn ji K24ê re ragihand, pêkanîna referandoma serxwebûna Kurdistanê biryarek dîrokî ye û niştimanî ye û derfetek dîrokî bo serxwebûna Kurdistanê ava bûye.  

Hesen Şerefî daxwaz li hemû Kurdan kir, piştevaniyê li serxwebûna Başûrê Kurdistanê bikin, herwaha bi taybet daxwaz li hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê kir, divê ti tiştek nebe asteng bo beşdarbûna referandomê bikin û deng bo serxwebûna Kurdistanê bidin.