Encûmena Bilind a Referandûmê biryara pêkanîna çend şandan da

Civîna Encûmena Bilind a Referandûmê ya bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bidawî bû û li gor zanyariyên K24ê ku di civînê de biryar hat dayîn ku hejmarek şand bo guftûgokirin û danûstandinan pêk bê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor zanyariyan, şandek ji bo guftûgo ligel Tevgera Goranê û Komela Îslamî, şandek bo guftûgo ligel Tehran  Enqere, şandeke din jî bo guftûgo ligel Amerîka û Brîtanya dibin.

Şandên Encûmena Bilind a Referandûmê destpêkê serdana Bexda dikin û piştre ligel welatên cîran û cihanê dest bi guftûgoyê dikin.

Encûmena Bilind a Referandûmê dabînikirina sindoqên dengdanê li hemû cihên ku referandûm lê dibe bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê raspard.