Nêçîrvan Barzanî: Mafê rewa yê xelkê Kurdistanê ye pêşeroja xwe diyar bike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, derbarê referandûê de, divê guftûgoyên cidî di navbera Hewlêrê dest pê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, derbarê referandûê de, divê guftûgoyên cidî di navbera Hewlêrê dest pê bike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinekê de ligel Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk ragihand, pêwîst e guftûgoyên cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê li derbarê referandûmê dest pê bike û daxwaz ji welatên hevpeman kir ku di vê derbarê de hevkar bin.

Ji aliyê xwe ve Brett McGur ji bilî têbînên wî yên li ser encamdana referandûmê tekez kir, ew rêzê li daxwazên xelkê Kurdistanê digirin.

McGurk got jî, pêwîst e hemû alî kar li ser jinavbirina terorê bikin.