Cîgirê Serokê Îranê: Rûhan sozên xwe bi xelkê Kurdistanê re bicih tîne

Cîgirê Serokomarê îranê soza cibicîkirina hemû sozên ku dane xelkê Rojhilatê Kurdistanê dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokomarê îranê soza cibicîkirina hemû sozên ku dane xelkê Rojhilatê Kurdistanê dide.

Cîgirê Yekem yê Serokomarê Îranê Îshaq Cihangîrî di civîna ligel parlementerên Kurd yên di parlementoya Îranê de ragihand, Hesen Rûhanî di serdana xwe ya ji bo Rojhilatê Kurdistanê de, hemû sozîn xwe bicih tîne, ji wan jî çareserkirina pirsgirêka kolberan û vekirina navçeyên azad bo bazirganiyê, herwiha hewla cidî dide bo çareserkirina pirsgirêkên xelkê dide.

Cihangîrî dibêje, mafekî mezin yê xelkê Kurdistanê li ser xelkê Îranê heye û nabe cudahiya siyasî û olî bibin asteng bo çareserkirina pirsgirêkan.

Ev yek di demekê de, xelkê Kurdistanê rexne li hikûmeta Rûhanî digire û dibêje, di dema 8 mehên sala borî de, Rûhanî pabendî ti sozekî xwe bo xelkê Kurdistanê nebûye.