Li ser daxwaza berpirsên Îranê, îro Talebanî digihe Tehranê

Biryar e îro Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî li ser vexwandina berpirsên Îranê, serdana Tehranê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e îro Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî li ser vexwandina berpirsên Îranê, serdana Tehranê bike.

Li gor medyaya fermî ya YNKê, biryar e îro Mam Celal bi serdanekê bigihe Tehranê, lê heta niha nehatiye aşkerekirin ku Talebanî serdana kîjan bepirsê Îranî dike.

Li gor zanyariyan, ev serdana Mam Celal serdaneke dostaniyê ye û li ser vexwandina berpirsên Îranî hate rêkxistin û berê amadejarî bo wê serdanê hatiye kirin.

Piştî nexweşiya ji 18 Berçileya 2012an ve, ev yekem serdana Talebanî tê hejmartin, ku berê tenê ji ber sedemên nexweşiyê û çareserkirina bijîşkî serdana welatan dikir.