Barzanî û Ebadî tekezî li ser hevahengî û hevkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin

Di pêwendiyeke telefonî de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tekezî li ser berdewamiya hevahengî û hevkariya di navbera her du aliyan de li dijî terorê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di pêwendiyeke telefonî de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tekezî li ser berdewamiya hevahengî û hevkariya di navbera her du aliyan de li dijî terorê kirin.

Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro 10 Tîrmeha 2017an, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di riya telefonê pêwendî bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re kir.

Di wê pêwendiya telefonî de, Serok Barzanî pîrozbahiya wan serkeftinên mezin kir, ku di şerê rizgarkirin Mûsilê de bidest ketine, ku berhema hevahengî, hevkarî û qurbanîdana Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê ye.

Her di wê pêwendiya telefonî de, pîrozbahî li her du gelên Kurdistanê û Iraqê kir, ku ev serkeftina mezin bi xwîna xortên her du aliyan hate nexşandin. Rêz jî li şehîdên wê serkeftina mezin girt û hêviya çakbûnê ji birîndaran xwast.

Di dawiya pêwendiya telefonî de, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê tekezî li ser berdewamiya hevahengî û hevkariya di navbera her du aliyan de li dijî terorê kirin.