Serokê Herêma Kurdistanê berve derveyî welat birê ket
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro ligel şandeke bilind ya Encûmena Bilind a Referandûmê berve derveyî Herêma Kurdistanê birê ket.
Biryar e Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re serdana Parlementoya Ewropayê li Brûkselê bike û ligel Komîta Pêwendiyên Derve ya Parlementoya Ewropayê û hejmarek ji berpirsên Belçîkayê bicive.
Serdana wê şandê piştî civîna Encûmena Bilind a Referandûmê tê, ku biryar hatibû dayîn ku çend şand pêk bên, bo serdana welatên derve, welatên cîran, Iraq û aliyên navxweyî bikin.