AK Partî dixwaze Rewşa Awarte bê dirêjkirin

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim da xuyakirin, ew dê pêşniyar bikin ku, rewşa awarte 3 mehên din bê dirêjkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim da xuyakirin, ew dê pêşniyar bikin ku, rewşa awarte 3 mehên din bê dirêjkirin.

Yildirim, derbarê salvegera hewla derbeya leşkerî ya Tirkiyê de pirsên rojnamegeran bersivandin û da zanîn, heta niha bi giştî 142 hezar fermanber ji kar hatine dûrxistin û derbarê 169 hezar kesan de lêpirsîn hatiye kirin û heta niha 296 hezar serlêdan bo Komîsyona Lêkolîna Rewşa Awarte hatine kirin.

Yildirim got, eger tiştek li Serokomar û wî hatiba kirin, dê derbe gihîştibe armanca xwe û da zanîn wan şeva derbeyê gotiye, mirin heye lê veger nîne û rê nedane derbekaran.

Da xuyakirin, hê pêwîstî bi Rewşa Awarte dibînin û ewê pêşniyara dirêjkirina rewşa awarte bînin rojeva Parlamentoya Tirkiyê.

19'ê vê mehê dema Rewşa Awarte bi dawî dibe û li gor yasaya Tirkiyê, rewşa awarte bo heyama sê mehan tê dirêjkirin.