Ji destpêka operasyona Reqayê, Tirkiye bi tundî êrîşî Efrînê dike

kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Encûmena Cibicîkar a Efrînê ragihand, ji dema hêzên wan li dijî DAIŞê dest bi operasyona Reqayê kir, Tirkiyê sûd ji wê derfetê wergirt û ji pişt ve dixwaze êrîşî Efrînê bike.

Hevseroka Encûmena Cibicîkar a Efrînê Hêvî Mistefa ji K24ê re axivî û got: “Ji roja yekem ya ragihandina Rêveberiya Xweser me got ku em sîstemeke aştîxwaz in û cîrantiyeke baş bi derdora re xwe dixwazin.”

Hêvî Mistefa got jî: “Lê Helwesta Tirkiyê ji roja yekemîn a şoreşa Rojava û destpêkirina aloziyê Sûriyê, het tim êrîşî şoreşa Rojava kir. Êrîşî Efrînê kir, destdirêjî li ser xaka Efrînê kir û welatiyên sivîl li nêzîkî sînor kuştin.”

Hêvî Mistefa amaje bi wê kir, wan gelek caran bangewazî hêzên navnetewî û rêxistinên mafên mirovan kir, lê ti bersivine erênî nehatin.

Hevseroka Encûmena Cibicîkar a Efrînê diyar kir, ji destpêka operasyona kontrolkirina Reqayê û beşdariya hêzên wan di wê operasyonê de, ku DAIŞ bi ber jinavbirinê diçe, Tirkiyê û hevkarên wê ve gefa êrîşkirina li ser Efrînê xwarin.

Hêvî Mistefa da zanîn, ku armanca Tirkiyê ne tenê êrîşa li ser Efrînê, lê armanc ew e ku projeya çareseriyê û federalîzma Bakurê Sûriyê têk bibe û îradeya Kurd li bakurê Sûriyê bipêş bikeve.

Herwiha amaje bi wê da, Tirkiye, Rûsya û rêjîma Sûriyê xwastin ku bazarekê wek ya li ser grûpên oposîzyonê yên li Helebê kirine, li ser Efrînê jî cibicî bikin, lê gelê Efrînê vê yekê qebûl nake.

Hêvî Mistefa tekezî li ser wê yekê kir, ku hêza wan ya parastinê heye û ji mafê wan e ku berevaniyê li xwe bikin. Herwiha tekez kir jî ku ti carekê wan êrîşî Tirkiyê nekirine û heger ti belge li cem Tirkiyê hene, bila nîşanî raya giştî bike.

Hevseroka Encûmena Cibicîkar a Efrînê aşkere kir ku di destê wan de belge li ser pêwendî û piştgîriya Tirkiyê ji DAIŞ û terorê re hene.

Hêvî Mistefa helwesta Rûsya û hemû welatên ku biryar dane şerê terorê bikin rexne kir, ku li hember destdirêjî û dagîrkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyê bêdeng in û gihêşt ku niha jî gefa derbasbûna Efrînê bixwe.