Di navbera Mexmûr û Hiwêce de, 20 hezar kes rûbirûyî mirinê ne

K24 – Navenda Nûçeyan

Rewangeha Iraqî ya Mafên Mirovan derbarê rûdana karesata mirovî li qezaya Şirgat ya parêzgeha Selahedî ku ew navçe dikevin di navbera Mexmûr û Hiwêcayê de hişyariyê dide û radigihîne ku ji ber dorpêça ku DAIŞê xistiye ser xelkê wê navçê û ji ber revandin û eşkencekirinê, 20 hezar welatiyên sivîl li wan navçeyan rûbirûyî mirinê ne.

Li gor zanyariyên wê rewangehê, çekdarên DAIŞê lawaziya rewşa ewlehiyê li wan navçeyan û çûna penaberan bo kampên Bêcî û Tekrîtê wek derfet dibînin û ji ber kêmiyê xwarakê jî dikevin jêr şerê çekdarên DAIŞê.

Li gor raporteke Rewangeha Iraqê, DAIŞ dorpêça li ser sivîlan tund kiriye û xwarakê jî ji bo çekdarên xwe kom dike, ji ber ku hest bi wê kiriye, ku operasyona li ser wan navçeyan nêzîk bûye.

Rewangeha Iraqî hişyariyê dide Serokwezîr Heyder Ebadî û dibêje ku krîz gelekî mezin bûye û daxwaz jê dike dest bi tevgerê bike û ji ber vekirina riyên esmanî û bijahî yên din xwarakê bigihîne xelkê wan navçeyan û bi hawara wan ve biçe, ta bi rizgar bibin, berî ku bikevin ber guleyên nîşanvanên DAIŞê.

Ji aliyê xwe ve çavdêr dibînin ku paşxistina kontrolkirina beşê bakurê qezaya Şirgatê ji aliyê hêzên Iraqî ve, bûye sedem ku DAIŞ hebûna xwe li navçeyan Hiwêce, Zaba başûr zêde bike û DAIŞ wan wek mertalên mirovî bikar tîne, ji ber wê jî bi sedan sivîl direvin.