Peyama referandûma serxwebûnê digihe Washingtonê

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa aşkere kir, ku serdana Amerîkayê kiriye, bi mebesta ligel berpirsên Amerîkî bicive û peyama Herêma Kurdistanê ya derbarê referandûma serxwebûnê de bigihîne wan.

Di çarçova hevdîtinekê de ligel kovara  “Forn Police” a Amerîkî ragihand, di civîna de bi berpirsên Amerîka radigihîne ku Kurdistaneke serbixwe çareserî ye û ne pirsgirêk e. Amerîkî dikarin roleke girîng di wê prose de bibîne, ku karîn û hêza xwe bikar bîne bo nizîkirina di navebera Hewlêr û Bexdayê de û gihêştina bi rêkeftinekê.