Amerîka rêzê li xwastekên rewa yên Herêma Kurdistanê digire

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka derbarê birêveçûna referandûma serxwebûna Kurdistanê de radigihîne, ew rêzê li xwastekên rewa yên Herêma Kurdistanê digirin.

Balyoza Amerîka di Netewên Yekgirtî de Nikki Haley derbarê encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê de ragihand, Washington rêzê li xwastekên rewa yên gelê Kurd li Iraqê digire, lê dibînin ku encamdana referandûmê dê wan ji armanca sereke ya li Iraqê ku şerê DAIŞê ye, bidûr bixe.

Nikki Haley ew daxuyanî di çarçova civînên ligel Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê NY bo Iraqê Jan Kubis li New Yorkê de dan.

Piraniya welatên cîhanê ta niha dijayetiya xwe jib o encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê ranegihandine û piraniya wan daxwaz dikin ku ew prose bi guftûgo di navbera Hewlêr û Bexdayê de were yekalîkirin.