Bo rakirina paşmayên DAIŞê şandeyeke gihêşt parêzgeha Reqayê

kurdistan24.net

 

K24 – Eyn Îsa

Şandeyek ji berpirsên saziya USAID ya ser bi Wezareta Derve ya Amerîka bi Encûmena Sivîl ya Reqayê re dicive. civîn derbarê pûçkirin û rakirina mayînên DAIŞê û vegera koçberên Reqayê ligel amadekirina binezemîna bajêr ji mijarên sereke yên civînan bûn. 

Şandeyk ji rêxistinên girêdayî wezareta derve ya emerîka hevdîtinek bi Encûmana Sivîl a Reqayê re li bajarokê Eyn Îsayê kirin, ji bo naskirina rewşa dawiyê ji aliyê xizmetguzeriyê û destekdayîna wan ji encûman re û çend civîn di heman demê de bi nivîsgeh û komîteyên encûmanê re kirin.

Berpirsê Saziya Pûçkirina Mayinan a Wezareta Derva ya Amerîka Maf Maklî ji K24ê re got: “Ev serdan ji bo hevahengî û alîkariyê ye, da ku em karibin mînan ji cihê rûniştina sivîlan pak bikin. Em ligel berpirsên li vir gotûbêjan dikin, da em bizanin pêdviyên xelkê çi ne û xizmeta wan bikin.”

Cîgirê Serokê Encûmana Sivîl a Reqayê Îbrahîm Hesen jî ji K24ê re wiha axivî: “Pirsa herî girîng, pirsa rakirina mayînan bû. Herwiha ji ber ku parêzgeha Reqayê ji aliyê çandiniyê ve dewlemend e,  behsa vegerandina cotkar û xelkê hate kirin, da ku careke din dest bi karên xwe bikin.