Partiyên siyasî yên Diyarbekirê, referandûmê bi erênî dinirxînin

kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, aliyên partiyên siyasî yên Partiya Dad û Geşepêdanê Ak Partiyê, Partiya Komarî ya Gel CHP'ê û Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê, li ser Referandûma Serxwebûna Kurdistanê nirxandinên erênî kir. HDP'ê diyar kir ku divê hemû hizbên siyasî yên Kurdan li hember biryara Serxwebûna Kurdistanê rêzdar bin, CHP'ê da zanîn ku mijara serxwebûnê, ne mijareke navxweyî ya Tirkiyeyê ye lewra li hember derketin şaş e, aliyên Ak Partiyê jî dibêjin ku; biryara serxwebûnê wekî hemû gelan, mafê Gelê Kurd e jî; lê tirsa Tirkiyeyê ew e ku piştî referandûmê aloziyên siyasî derkevin.

Li Diyarbekirê, nûner û rêveberên partiyên siyasî, li ser biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, nêrînên xwe ragihandin. Li gorî nêrîna Serokê Berê yê Ak Partiya Diyarbekirê Aydin Altaç; biryara ku ji bo Serxwebûna Kurdistanê hatiye girtin, mijara navbera Iraq û Kurdên Başûr e û pêvajo li gorî siyasetê tê rêvebirin lê fikara wan ew e ku aloziyên siyasî zerarê bide Kurdên Başûr.

Aydin Altaç ji K24ê re jî wiha axivî: "Em dixwazin li Tirkiyeyê jî li Kurdistana Iraqê jî; Kurdên Tirkiyeyê jî Kurdên Iraqê jî bi aboriya xwe, bi aramiya xwe bi pêş ve biçin. Lê di pêşveçûna aramî û aboriyê de divê bi fikirekê, bi stratejiyekê bi siyasetekê pêşveçûn çê bibin."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Diyarbekirê di derbarê Serxwebûna Kurdistanê de diyar dike ku ew wekî HDP li hember biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê hurmetê digirin. Cîgirê Hevserokê HDP'a Diyarbekirê Nevzat Ozgen diyar dike ku di nav Kurdan de hizbên ku li ser stratejiya xwe siyasete dimeşînin hene lê heger ev stratejî li hember biryarên ku qedera Kurdan tayîn bike derkevin, dê şaşiyan bi xwe re bînin.

Nevzat Ozgen dibêje: "Em dixwazin ev biryar ji hemû Kurdan re bibe mizgîniyek, bibe bingehek, bibe gaveke mezin. Hurmeta me ji vê biryarê re heye û em dixwazin hêzên Kurdan, şexsiyetên Kurdan, serokên Kurdan, hemû di vî warî de li hev bikin."

Partiya Komarî ya Gel (CHP) ya Diyarbekirê jî radigihîne ku ew wekî CHP'a Diyarbekirê li hember biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê rêzdar in. Cîgirê Serokê CHP'a Diyarbekirê Şerîf Dogru diyar dike ku çawa mafê referandûmê li Tirkiyeyê heye, wisa jî li Iraqê heye û biryara xwerêvebirinê wekî hemû gelan, mafê Kurdan e jî.

Şerîf Dogru got jî: "Xelkê Kurd li ku derê biryarekê bide, em ji wê biryarê re rêzdar in. Kurd jî biçin referandûmê em rêzdar in, Tirk jî biçin referandûmê em rêzdar in. Ev biryar, ne pirsgirêka nav Tirkiyeyê ye, ev mijara navbera Kurdistanê û Iraqê ye. Xelkê Kurdistanê biryareke çawa bide, em rêzdar in."

Aliyên siyasî û civakî di nirxandinên xwe de amaje dikin ku piştî biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê hat ragihandin, li deverên ku Kurd lê dijîn, pêşwaziyên erênî zêdetir derketin pêş. Di nav civaka  Diyarbekirê de jî nirxandinên ku tên kirin, hêvî û daxwaza tifaq û yekîtiya Kurdan derdixe pêş.