Tirkiye amade ye bo avadankirina navçeyên wêranbûyî hevkariya Iraqê bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ragihand, piştevaniya hewlên Iraqê bo kontrolkirina navçeyên di bin destê DAIŞê de dikin û amade ne bo avadankirina navçeyên wêranbûyî hevkariya Bexdayê bikin.

Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim bi boneya jinavbirina DAÎŞê ji Musilê di pêwendiyeke telefonî Serokwezîrê Îraqê Haydar Abadî pîroz kir.

Di pêwendiya telefonî de Ebadî ragihandiye, hêzên Iraqî serkeftineke mezin li ser DAIŞê tomar kiriye û alîkariyên mirovî ligel rûniştvanên Mûsilê kirine.

Di hemberê de jî Yildirim amaje bi wê daye, hêzên Iraqê dikarin bajarokê Tileferê û tevahiya navçeyên Iraqê ji bin destê DAIŞê kontrol bikin.

Serokwezîrê Tirkiyê gotiye ew dixwazin ji bo avadankirina Mûsilê alîkariya Îraqê bikin. Abadî jî diyar kiriye ku ew amade ne digel Tirkiyê hevkariyê bikin.