Partiyên siyasî yên Dîlokê jî piştgiriya referandûmê dikin

kurdistan24.net

 

K24 – Dîlok

Pêvajoya ber bi ragihandina serxwebûna Kurdistanê li bajarên Bakûrê Kurdistanê jî ji nêz de tê şopandin. Rojeva dewletbûyîna Kurdistanê li bajarên ku wekî Dîlokê pişaftin lê zêde bûye jî hestên Kurdistanê belav zêde dike. Nûnerên partiyên siyasî yên Dîlokê jî dibêjin bi ragihandina dewleta Kurdistanê dê li bajarên Kurdan xwepişaftin jî kêm bibe.

Di salên 1990'î de ji ber aloziyên li Bakûr bi sedhezaran Kurd koçî Dîlokê kirin. Ji ber pîşesaziya pêşketî û derfetên kar di nav çend salekê de serjimêra Dîlokê giha 2 mîlyonan. Dîlok wekî Parîsa Bakûr jî tê naskirin. Lê li gel van derfetan Dîlok, yek ji navendên ku herî zêde pişaftin lê çêbû ye. Gelek Kurdên Dîlokê zimanê Kurdî ji bîr kirine.

Serokê Partiya Azadî û Sosyalîzmê yê Şaxa Dîlokê Hasan Kaya, girîngiya parastina ziman û çanda Kurdî bi heyîna dewletbûnê diyar dike. Hasan Kaya ji K24ê re wiha got:"Ancax Kurdên ku xwe nas nakin, ku nizanin Kurd in, Tirk in, Ereb in, Faris in çine dibe ku bêjin em dewletê naxwazin.  An na xortên Kurdan ma kî naxwaze dewleteke serbixwe hebe."

Li Dîlokê Kurd, Tirk û Ereb bi hev re dijîn lê zimanê bazarê Tirkî ye. Ji ber ku Dîlok, yek ji navenda bazirganiya Rojhilata Navîn e piraniya şêniyan kedkarên febrîqeyan in. Partiya Kedê, partiyeke zêdetir di nav kedkar û xebatkaran de xwe bi rêxistin kiriye.

Endamê Desteya rêveber yê Partiya Kedê (EMEP) Mehmet Turkmen dibêje, mafê her netewekê heye ku qedera xwe tayîn bike û em jî wekî partiya Kedê piştgiriya bicihanîna vî mafî dikin.

Mehmet Turkmen wiha axivî: "Kurdên çar parçeyan jî bi salan e ku bi zilm û zordaiyeke mezin re rû bir û man e. Hîn jî zext û zordarî hene. Di rewşeke wisa de azadiya dewletbûyîna Kurdistanê girîng e. Li Kurdistanê gelê Kurd û nûnerên gelê Kurd li ser tayînkirina qedera xwe çi biryar bidin em jî piştgiriya wê biryarê dikin."

Li gorî nûnerên partiyên siyasî dewletbûna Kurdistanê dê di heman demê de ji bo Kurdên ku li bajarên wekî Dîlokê kozmopolît dijîn jî bibe pêngava hişyarbûna hestên netewî.