Tevî metirsiyan, ewlehiya Efrînê parastî ye

Hêza parastina Efrînê bi şev û roj di tevgerê de ne, da ku bajêr ji êrîşan biparêzin.
kurdistan24.net

K24 – Efrîn

Grûpên çekdar ên opozîsyonê û rejîma Sûriyê, herwiha artêşa Tirkiyê gefan li Efrînê dixwin, ji ber vê yekê hêza parastina Efrînê bi şev û roj di tevgerê de ne, da ku bajêr ji êrîşan biparêzin.

Rewşa Efrînê ya dorpêçkirî ji her çar aliyan ve bajar xestiye metirsiyê ku grûpên çekdar yan jî şanên nivistî derbasî Efrînê bibin û çalekiyên teqîn û kuştinê bikin. Herwiha gefên Tirkiyê û topbarana rojane hîştiye ku rêveberiya asayişê bi tevahî tedbîrên ewlahî bigire.

Berdevkê Asayîşa Efrînê Cîger Memo ji K24ê re wiha got: “Herêma Efrînê û devera Şehba bûye xala girîng di navbera grûpên çekdarên opozîsyonê û deverên ku di destê rêjîma Sûriyê de, tabî jî hemû rê jî nayin girtin. Em jî hewl didin xalên xwe yên pişknînê tund û kontrol bikin, da ku herêm bê parastin.”

li gor Rêveberiya Desteya Ewlehî ya Efrînê, ku ew tevî vê rewşê, ta nihe pêşwaziyê li koçberên ji deverên derdora herêmên wan dikin, lê bi şert û mercên taybet, ta ku ti bûyer rû nedin û ew koçber karên xerab nekin.

Serokê Desteya Navxwe Hesen Beyrem ji K24ê re wiha axivî: “Her kesek bê kontrolkirin derbasî Efrînê nabe, divê em bizanin ew diçe ku û kî wî lixwe digire. Ev kar jî ji destpêkê ve em bi vî awayî dimeşînin.”

bajarê Efrînê yek ji bajarên Rojavayê Kurdistanê ye, ku piraniya şêniyên wê Kurd in û bajarê herî di metirsîyê de ye, ji ber ku ji aliyekî hêzên rejîma Sûriyê, Rûsiya û grûpên Îranî û ji aliyekî din ve grûpên çekdarên opozîsyonê û Tirkiyê gefan li bajêr dixwin. Herwiha Efrîn dûrî herêmên parastina Hevpeymaniya Navdewletî de ye jî.