Pentagon: Nîvê HSDê şervanên Ereb in

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Amerîkayê (Pentagon) derbarê guhartina navê YPGê bo HSDê de helwesta xwe aşkere kir.

Berdevkê Pentagonê Jeff Davis ragihand, wan hewlên mezin dane ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bikin hêzeke piştgîr ya gelên Sûriyê. Di destpêkê de piraniya şervanên YPGê Kurd bûn, lê niha nîvê wê hêzên ji şervanên Eren in.

Berdevkê Pentagonê amaje bi wî da, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Sûriyê take hêza bi bandor e li dijî DAIŞê şer dike.

Ev daxuyaniya Pentagonê di demekê de ye, ku berî çend rojan generalekî Amerîkî eşkera kiribû, heya Amerîka Tirkiyê razî bike û karibe çekan bo YPGê dabîn bike, navê YPGê bo HSD guhartin.

Berî niha, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihandibû, guhartina nav li cem wan ne girîng e û ew baş dizanin ku kî kî ye. Herwiha hevpeymanê xwe ji di vê derbarê de haydar kirine.