Baydemîr: Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin

kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê, komcivîna xwe ya heftane li Diyarbekirê li dar xist. Hêzên ewlehiyê rê nedan ku xelk jî komcivînê bişopîne û bergirên berfireh ên ewlehiyê girtin. Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, di komcivînê de axivî û da zanîn ku heta edalet pêk were, ew ê çalakiyên xwe bidomînin û ew van çalakiyên xwe ji bo hemû parçeyên Kurdistanê li dar dixin.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê, komcivîna xwe ya ku her sêşem li parlementoyê tê lidarxistin, vê hefteyê li Diyarbekirê li dar xist. Beriya komcivîna ku li Parka Ekîn Ceren a navçeya navendî ya Kayapinarê were pêkanîn, dest pê bike; tîmên lêgerînê yên polîsan lêgerîneke berfireh li qadê kir û beriya têketina qadê li du cihan jî xalên pişkinînê hatin danîn. Di komcivînê de tenê parlementer û şewirmendên HDP'ê cih girtin û ji bo beşdariya xelkê cih nehat dayîn. Di komcivînê de Osman Baydemîr axivî û beşek ji Siruda Neteweyî ya Kurdistanê xwend û amaje kir ku heta edalet pêk were ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Osman Baydemîr got: "Ew dibên gerek hûn bimirin, Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin, jîn dibe qet nakeve Ala Kurdan. Em bang li gelê Amedê dikin, bang li wijdanan dikin: "Demîrtaş ewladê we ye, kişanak ewladê we ye, kesên zindanê de ewladê we ne û li wan xwedî derbikevin"

Di komcivînê de li hember rewşa awarte, biryarnameyên bi hikmê zagonî û girtina siyasetmedaran nerazîbûn hat nîşandan. Parlementerê HDP'ê yê Diyarbekirê Nîmetullah Erdogmûş got ku li Tirkiyeyê rêyên siyasetê hatine xitimandin û pêwîst e bingeha hevpeyvînê were avakirin.

Erdogmûş ji K24ê re jî got: "Eger îktîdar amade be em dixwazin di derbarê demikrasî, edaletê de bi wan re nîqaş bikin. Di rewşa niha de zemîna siyasetê hatiye xetimandin. Armanca kombûna me di vê çarçoveyê de ye."

Di komcivînê de hat amajekirin ku dê HDP dest bi nobetên edaletê bike. Di vê çarçoveyê de dê hefteya pêşî li Stenbolê, paşê li Wanê û dû re jî li Îzmîrê ev komcivîn û rêzeçalakî bidomin. Ji ber ku derdora parkê bi polîsan û hêsinan hatibû dorpêçkirin, parlementeran ev yek protesto kirin û wekî ku di hewşa girtîgehê de bin hatinçûn kirin.