Şîrovekarekî Brîtanî: Rûsya, Sûriye û HSDê navendên hevehengiyê damezrandine

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnemeyeke Brîtanî belav kiriye, ku navendeke hevehengiya hevbeş a nehênî di navbera rêjîma Sûriyê, Rûsya û HSDê de dê li beyabana Sûriyê were damezrandin, ku berê navendeke din Efrînê jî heye.

Nivîskar û şîrovekarê Brîtanî Robert Fisk di gotarekê de ji bo rojnameya “Independent” ya Brîtanî  belav kiriye, ku armanc ji  pêkanîna wê navendê  dûrxistina rûdana nexwastî yên bi şaşî tê kirin di navbera aliyên ku şerê DAIŞê de dikin e.

Li gor wî şîrovekarî, wî di hefteya borî de serdana bajarokê Resafe  kiriye û di civînekê de amade bû, ku di navbera fermandarên Rûsî, rêjîma Sûriyê û serkirdeyekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hatibû li darxistin.

Bi gotina Fisk, serkirdeyê HSDê ku nexwestiye navê wî were aşkerekirin jê re gotiye, ku biryara damezrandina wê navendê piştî wê yekê hatiye, ku Rûsyayê bi şaştî baregeheke HSDê li rojavayê gundewarê Reqayê bombebaran kiribû.

Fîsk amaje bi wê yekê jî kiriye, ku rêjîma Sûriyê ne bi niyaz e biçe Reqayê, lê kontrolkirina wî bajarî dê ji HSDê re bihêle. Rêjîm hewk dide berve Dêrezorê bi pêş ve here.

Hewiha wî serkirdeyê HSDê aşkere kiriye jî, gotûbêjên wan ji bo damezrandina  wê navenda hevahingiyê rojane berdewam in. Herwiha navendeke hevahingiyê yan din jî li Efrînê hatiye damezrandin.