Di sosyal medya de nerazîbûnên xurt hemberî Şasiwar Ebdulwahîd

K24 – Navenda Nûçeyan

 Di sosyal medya (facebook, twitter, instagram û gelek malperan de) bi dehhezaran Kurd, ji Kurdistanê û derveyî welat, nerazîbûnên xûrt hemberî xwediyê çendîn şîrketan û xwediyê telewizyona NRT Şasiwar Ebdulwahîd diyar dikin.

Egera van nerazîbûn û rexneyên giran liser Şasiwar Ebdulwahîd, helwêsta wî ya hemberî referendûma serxwebûna Kurdistanê ye.

Evî kesî diyar kir ku, dê kampînek li dij referendûma serxwebûna Kurdistanê destpê bike. Heman demê dê pereyan serf bike, ji bo organîzekirina kampinên dijî referendûmê li derveyî welêt.

Di sosyal medya de, bi dehhezaran Kurd û Kurdistanî diyar dikin ku, li pişt vê kiryara dijminane hemberî neteweyên û welatê Kurdistanê pereyên Malikî hene.  Didin nîşandan ku, Malikî yê gendel û sextekar Mûsil bi çek û pereyan da DAIŞ, hêz hemberî Kurdistanê pêkanî û niha jî kesên wekî Şasiwar Ebdulwahid û xwişka wî Sirwa Ebdulwahid organize kirin e.

Heman demê daxwaz ji dadweriya Kurdistanê dikin ku, bi egera îxaneta welat û gel bên dadgehkirin.