Amerika dixwaze Tirkiye rojnamevanan serbest berde
K24 – Navenda Nûçeyan
Amerîka bang li hikûmeta Tirkiyeyê dike: Divê rojnamevanên zindanî werin azadkirin.
Berdevka Wezareta Derva ya Amerîkayê Heather Nauert di civîneka çapemeniyê de ragihand ko Amerîka ji ber operasyonên berfireh û destserkirina welatiyên Tirkiyeyê gelek nîgeran e. Wan gelek caran derbarê vê mijarê de hikûmeta Tirkiyeyê rexne kirine. Kesên hatine desteserkirin divê bi şêweyek dadperwerane werin mehkemekirin û divê rojnamevanên zindanî werin azadkirin.
Li Tirkiyeyê 136 rojnamevan zindanî ne. Herwiha îro dê mehkmeya rojnamevan û nivîskarên rojnameya Cumhuriyetê dê birêve biçe û tê pêşbînîkirin derbarê wan de biryarek derkeve.