Nûnerê NY li Iraqê derbarê referandûmê de ligel Ebadî û Hadî Amîrî civiya
K24 – Navenda Nûçeyan
Nûnerê Netewên Yekgirtî bo Iraqê Jan Kubis ligel her yek ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û fermandarê bilind ê Heşda Şeibî Hadî Amîrî civiya.
Rûpela sereke ya nûnerê Netewên Yekgirtî li “Facebook” belav kir, îro Jan Kubis ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û fermandarê bilind ê Heşda Şeibî Hadî Amîrî civiya ye.
Di daxuyaniyê de hatiye, di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê, projeyên avadankirinê û pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de ti zanyariyek derbarê nêrîn û hizrên aliyên civînê de nehatiye belavkirin.
Biryar e di 25 Îlona îsal de Kurdistan proseya referandûmê bo destnîşankirina çarenivîsa xwe bi rê ve dibe.