Yaşar Kaplan bi şibandina xwe ya Şivan Perwer balê dikişîne

kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, hunermendekî herêmî yê 30 salî, bi deng û awaza xwe bala civaka Bakur dikişîne. Lê sedema balkişandina vî hunermendî, ji bilî hunera wî ya 30 salan, heyraniya wî ya ji bo hunermend Şivan Perwer e û digel vê yeke; şibandina deng û rûxsarê wî jî Şivan Perwer tîne bîra mirovan. Daxwaza herî mezin a hunermendê bi navê Yaşar Kaplan ew e ku rojekê Şivan Perwer bibîne.

Yaşar Kaplan, bi bernavkê xwe yê ku li Diyarbekirê tê zanîn; Şivan Perwerê Diyarbekirê. Yaşar Kaplan, hunermendekî herêmî ye û hezkirina wî ya Hunermendê navdar Şivan Perwer, ji 5 saliya wî ve dest pê kiriye. Kaplan di nav civaka Diyarbekirê û piraniya bajarên bakûr de bi hezkirina xwe ya Şivan Perwer tê naskirin. Yaşar Kaplan dibêje; mirov ji kê hez bike, mirov dişibe wî kesî. Lewra hem rûxsarê wî, hem dengê wî, dibe sedem ku Şivan Perwer were bîra mirovan.

Huneremend Yaşar Kaplan ji K24ê re wiha axivî: "Dema ku ket jiyana min, bi awayekî xwezayî jiyana min, tevgerên min axaftinên min, helbest û stranên min hemû bûn Şivan Perwer. Ku bû jiyana min; dostên min, hevalên min, kesên derdora min dibêjin; Şivan Perwerê Diyarbekirê. Bi vî awayî tê ber çavan. Sedem jî ev e ku Şivan Perwer li xerîbiyê bû, xelk bi hesreta dîtina wî bû. Dema hinek kes min dibînin, bêhina wan fireh dibe."

Yaşar Kaplan, bi eslê xwe ji navçeya Bismilê ya Diyarbekirê ye û li gundê Heyderiyê ji dayîk bûye. Kaplan, ji jiyaneke gundewariyê hatiye û di nav civat û şevbihêrkan de mezin bûye.  Yaşar Kaplan di 12 saliya xwe de ji bo xwendinê ji gund derketiye û tevî ku temenê wî gihîştiye 50 salan; dibêje ku min tu carî dest ji hezkirina Şivan Perwer bernedaye. Kaplan destpêka hezkirina xwe ya Şivan Perwer wiha rave dike.

Yaşar Kaplan dibêje: "Dema kar û barên me hebûn, em biçûna xebatekê, em biçûna  bêderekê, teyîba me hebû, me li ber stranên wî karê xwe dikir. Dema me li starên wî guhdarî dikir, me bi dilxweşî karê xwe dikir. Em li ser kar bûn, em radibûn govendê, me banda Şivan Perwer disa ser teyîbê û wî digot 'weleh govend ranabe, billeh govend ranabe.' me wisa xebat dikir."

Hunermendê ku di temenê zarokatiya xwe de ji gundê xwe bi dûr ketiye, nikaribûye dest ji çanda gundewariyê berde. Yaşar Kaplan digel hunermendiya xwe, mutehîdiyê jî dike. Kaplan di navenda bajêr de li qata 9'an a avahiyekê bexçeyek çêkiriye û dar û berên ku bi destên xwe çandine, her roj av dide û li ber bêhina axa şil û siya darên xwe, tembûra xwe lê dide û bi hêviya dîtina Şivan Perwer, bi vê stranê hesreta dile xwe hêdî dike.