Sînorên kolberiyê li Rojhilatê Kurdistanê tên daxistin

K24 – Navenda Nûçeyan

Sînorên kolberiyê li Rojhilatê Kurdistanê tên daxistin û wek navçeyên bazirganiyê radest gumrika Îranê tên kirin.

Li gor yasayeke hikûmeta Îranê ku di encûmena wezîran de hatiye pejrandin, sînorên kolberan li parêzgehên Sine, Kirmanşan û Ormiyê yên Rojhilatê Kurdistanê û Sîstan û Belûcistanê li başûrê rojhilatê Îranê tên daxistin û ew navçe wek heşt navçeyên bazirganiyê radestî gumrika Îranê tên kirin.

Li gor wê yasayê, hêzên ewlehiya Îranê raspartine ji bo parastina ewlehiya wan sînoran û rêgirtin li derbasbûna kolberan tên kirin.

Hikûmeta Îranê ew navçeyên sînorî bi navçeyên ne yasayî û qedexekirina bazirganiyê dizane.

Li gor amarên Navenda Mafê Mirovan “Hingaw” di 6 mehên dawî de li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 39 kolberên Kurd ji aliyên hêzên Îranê ve hatine kuştin û 83 kolber jî birîndar bûne.