HDP nobeta xwe bir Stenbolê

K24 – Navenda Nûçeyan

Nobeta Vicdan û Mafnasiyê ya ku ji alî parlementerên Partiya Demokrasiya Gelan HDP ve hefteya derbasbûyî li Diyarbekrê hatî destpêkirin, di qonaxa xwe ya duyem de li Stenbolê lidar dikeve.

Li Park a Yogurtcu li Kadikoy a Stenbolê Hevseroka HDP Serpil Kemalbay jî di nav de gelek parlementeran nobeta xwe domandin û rexne li siyaseta desthilata AK Partî kirin. Kemalbay bang li hukimetê kir: Çima hûn ji hevdîtina gel û parlementerên HDP ditirsin?