Turoyd: Li Bakur hejmara geştiyaran ji sedî 70 zêde bûye

kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê, ji bo zêdekirina geştiyarên biyanî û navxweyî, xebat hatin destpêkirin.  Komeleya Rêveberên Geştiyarî û Otêlvaniyê ya Tirkiyeyê (TUROYD) rêveberiya Bakûrê Kurdistanê da Diyarbekirê û ji bo ku geştiyariya bajarên bakûr ji Diyarbekirê werin rêvebirin, hevdîtinên bi qadên fermî û acenteyên navneteweyî re danûstendinan dest pê kir. Li gorî ragihandina serokatiya TUROYD’ê ya Diyarbekirê, pêşdaraza ku herî zêde geştiyaran ji bakûr dûr dikir, bandora şerê xendekan bû lê li gorî par, hejmara geştiyaran a îsal ji sedî 70 zêde bûye.

Li her bajarekî Bakûrê Kurdistanê, şopên şaristaniyên ku di nav re derbas bûne hene û piştî her şaristaniyê jî li wan bajaran bermayiyên dîrokî ji bo geştiyaran dibin sedema mereqê û bi serdanên geştiyaran jî  di serî de geşepêdana otêlvaniyê, piştre jî geşepêdana esnafên bajaran zêdetir dibe.  Serokê Saziya Rêveberên Geştiyarî û Otêlvaniyê,TUROYD’ê yê Bakurê Kurdistanê Kadîr Varçîn; di warê Geştiyarî û Otêlvaniyê de da zanîn ku bi xebatên dane destpêkirin, ji bo hemû bajarên bakûr hêviyên ji Îlona 2017’an a hejmara geştiyaran gelek zêde bûne.

Kadîr Varçîn ji K24ê re jî wiha axivî: “Armanca me ew e ku em geştiyaran bînin herêma xwe, em herêma xwe bi çand û taybetmendiyên wê bidin naskirin. Diqada geştiyariyê de mehên Tîrmeh û Tebaxê ji bo bakûr mehên mirî ne ango xelk zêdetir ber bi cihê behran ve diçe. Lê meha îlonê ji bo bajarên bakûr hêviyên me zêde ne. Ji bo ku em bala geştiyarên biyanî bikişînin, pêdivî bi xebatên hevpar heye û di serî de saziyên sivîl ên civakî divê dam û dezgehên li bakûr jî di danasîna herêmê de pêşengiyê bikin.”

Di xebatên pêşvebirina geştiyariyê de bajarên bakûr yek bi yek hatine diyarkirin û li kîjan bajarî çiqas bermayiyên dîrokî hene, kîjan bajar herî zêde bala geştiyaran dikişîne û kîjan bajar bi hatina geştiyaran çerxa aboriya xwe zêdetir digerîne; li gorî taybetiyên bajaran ji bo danasîna neteweyî û navneteweyî, bi qadên fermî û parêzgeriyan re dan û stendin tên kirin. Di xebatên geştiyariya Diyarbekirê de jî li gorî daneyên saziya navborî, hejmara geştiyaran a 2017’an ji sedî 70 zêde bûye. Geştiyarên li Diyarbekirê jî didin zanîn ku tirsa hatina Diyarbekirê li gorî salên par û pêrar hinek şikestiye.

Li gorî daneyên Yekîtiya Acentayên Rêwîtiyê; di sala 2013’an de hejmara geştiyarên ku serdana bajarên bakûr kiribûn, gihîştibû 2 milyonan. Piştî bidawîbûna pêvajoya aştiyê ya 2 sal û nîvan û pê re jî destpêkirina şerên xendekan a li hinek bajarên bakûr, ev hejmar di sala 2015’an de daket milyonek û 68 hezaran.  Li gorî ragihandina nûnerên qada geştiyariyê; liv û tevgera li bakûr zêdetir bûye û hejmara geştiyaran li gorî sala par ji sedî 50 zêdetir bûye; bajarên ku zêdetir serdana wan tê kirin jî li gorî rêzê; Riha, Diyarbekir, Mêrdîn, Semsûr û Êlih e.