Barzanî û Kubis pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Jan Kubis pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nirxandin.

Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kiriye, “Îro çarşem 02.08.2017 birêz Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwaziya Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê bi giştî û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda li niha û paşarojê de nirxandin.

Her li vê hevdîtinê de Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî behsa wê raporê kir, ku di derbarê Iraqê de pêşkêşî Encûmena Asayîşa ser bi Neteweyên Yekgirtî kir û Serok Barzanî ji naveroka raporê agahdar kir.

Rewşa siyasiya navçeyê jî mijareke dinê hevdîtina di navbera Serok Barzanî û Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî bû.