McGurk: Nabe ti çekdarekî DAIŞê bi xweşî ji Reqayê derkeve

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî yê li dijî DAIŞê Brett McGurk ragihand, hejmara çekdarên DAIŞê ên li Reqayê mane, niha nêzîkî 2 hezar çekdar in.

Brett McGurk behsa serkeftina Hevpeymaniya Navdewletî li Reqayê kir û got: “Niha nêzîkî 2 hezar çekdarên DAIŞê li Reqayê mane. Amerîka jî rijd e ku nabe ti çekdarekî DAIŞê bi xweşî ji Reqayê derkeve derve.”

Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî de duh li nava Wezareta Derve ya Amerîka li Washingtonê ji rojnamevanan re ragihand, hin pêşbînî hene ku dibêjin 25 hezar sivîl li bajarê Reqayê mabin, lê di baweriya wan de hejmara sivîlan ji wê kêmtir e.

Brett McGurk ragihand jî, Amerîka dixwaze piştî kontrolkirina Reqayê ji destê DAIŞê, aramiyê vegerîne wî bajarî, ku bombe û mînên DAIŞ zû pûç û pak bike û alîkariya xelkê bajêr bike bi taybet dibistan û xizmetguzariyên av û warên din yên jiyanê peyda bike.

Diyar kiri jî, welatê wî heta demekê dûr navçeyên ji ber şer hatine wêrankirin avadan nake, ji ber ku navçeyên ku li Iraq û Sûriyê hatine wêrankirin erkekî navdewletî ye û ne ji erkê Washingtonê ye ku di seriyê hemû erkan de be.

Derbarê rola Rûsyayê di hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî de bo zûtir dawî li DAIŞê bînin de, McGurk got: “Heta niha Amerîka nedîtiye ku şer di navbera Rûsya û DAIŞê bûye.”

Roja 6 Hezîrana borî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî dest bo operasyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê kir. Heta niha dora nîvê Reqayê kontrol kirine.