“Beşdariya me di hilbijartinan de girêdayî rizgarkirina Hiwêca ye”

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Erebên parêzgeha Kerkûkê daxwaz ji Fermandarê Hêzên Çekdar ên Iraqê Heyder Ebadî dikin, dest bi proseya rizgarkirina Hiwêca û navçeyên başûr û rojavayê Kerkûkê bikin, ew jî wek mercekê bo beşdarîkirina di hilbijartinên navxwe yên wê parêzgehê de û ta koçberên wan navçeyan vegerin ser mal û samanên xwe.

Cîgirê Serokê Encûmena Erebî Îsmaîl Hedîdî ji medyayê Iraqî re ragihand, Erebên Kerkûkê daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê û Operasyona Hevbeş dikin, Hiwêca û navçeyên başûr û rojavayê Kerkûkê ji destê DAIŞê rizgar bikin, heger ew navçe neyin rizgarkirin û koçber venegerin navçeyên xwe, ew bi ti hilbijartinan razî nabin.

Herwiha ragihand, di demekê de parlementoya Iraqê guftûgo li ser yasaya hilbijartinê dike, ew daxwaz dikin yasayeke taybet ji parêzgeha Kerkûkê re bê derxistin û mafê hemû pêkhateyên wê parêzgehê tê de be û dabeşkirina desthilatan jî were yekalîkirin.

Îsmaîl Hedîdî diyar kir jî, guftûgo û danûstandin di navbera nûnerên pêkhateyên Ereb, Tirkmen û Kurd bo gihêştina bi rêkeftinekê derbarê hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê berdewam e, lê heta niha ew negihêştine ti rêkeftinekê.