Cubêr bo opozîsyonê: Esed dimîne

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Siûdiyê ji opozîsyona Sûriyê re gotiye, Serokê Sûriyê Beşar Esed di qonaxa veguhastina siyasî de dimîne.

Li gor ajansên Rûsî ku li ser zarê hin berpirsên opozîsyona Sûriyê belav kirine, Wezîrê Derve yê Siûdiyê Adil Cubêr ji Desteya Bilind a Danûstandinan a opozîsyonê re gotiye, Beşar Esed dê di qonaxa veguhastina siyasî de dimîne.

Cubêr ji opozîsyonê re pêşniyar kiriye, ku pêwîst e Desteya Bilind a Danûstandinan li bijardeyên din bigerin û helwestekê bigirin ku Beşar Esed di qonaxa bê de bimîne, yan jî welatên bihêz dê bêyî opozîsyonê çareseriyekê ji Sûriyê re danin.

Herwiha ajansa Rûsî ji hin jêderên ji opozîsyonê ragihandiye, ku di kongreya bê ya Riyazê de dê rola Hevrêzê Desteya Bilind a Danûstandinan bidawî bike.

Ji destpêka krîza Sûriyê ve, Siûdiye her dem tekezî li ser nemana Beşar Esed di qonaxa veguhastina siyasî de dikir û Riyaz paytexta Siûdiyê jî bûbû navendek ji opozîsyona Sûriyê re.