Perînçek: bi Kurdistanê re Amerîka û Israîl dê bibin cîranê me(!)

K24 – Navenda Nûçeyan

 Serokê Partiya Niştimanî (Vatan Partîsî) û nîjadperestê Tirk Dogu Perinçek di hevdîtina xwe li bajarokê Ayvalik de 25ê Îlonê wekî roja damezrandina dewleta Kurdistanê binav kir û daxwaz ji Tirkiye, Suriye, Iraq û Îranê kir, bi hevûdu re li dij damezrandina dewleta Kurdistanê û referendûma serxwebûna Kurdistanê rawestin.

Perînçek got ku, referendûma serxwebûna Kurdistanê bûye rojeva siyaseta cîhanê, lê herî zêde bandore li dewletên derdorê û Rojhilata Navîn dike.

Diyarkir ku, piştî damezrandina dewleta Kurdistanê Amerîka û Israîl dê bibin cîranên Tirkiye, dê Kurdistanê wekî bînkeya xwe bikar bînin. Ev yek wekî metirsî liser dewletên dewrûber û rejîmên deverê îşaret kir.

Perinçek û ateîst û komunîst herweha anî ziman ku, ligel Îranê xwedî heman dîtinê ne. Di sefera xwe ya Îranê de, yekhêlwêstiya wan xûya bûye.