HSD avakirina navendeke leşkerî li Şedadê ji opozîsyonê re red dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) red dike ku operasyona kontrolkirina bajarê Dêrezorê bê wan were kirin û radigihîne, her aliyek bixwaze li navçeyên wan tevgerê bike, divê bi razîbûna wan be.

Serokê Giştî yê grûpa “Mexawîr El-Sewra” Muhend El-Telaa ji ajanseke opozîsyona Sûriyê re ragihandibû, danûstandinên wan bi Hevpeymaniya Navdewletî re berdewam in bo avakirina navendeke leşkerî ji wê hêzên re li devera Şedadê (60 K.M li başûrê Hesekê)

Ji aliyê xwe ve, serkirdeyê di Mexawîr El-Sewra de Mahir Elaw ragihandibû, heger çûn Şedadê, dê hevrêzî û danûstandina wan bi HSDê re nebe.

HSDê ji di daxuyaniyekê de ragihand, her aliyê dixwaze tevgerê li deverên di bin kontrola wan de bike, divê bi razîbûna wan û bi hevrêzî ligel wan be.

Herwiha HSD gotegotên ku dibêjin, “Mexawîr El-Sewra” ji deverên HSDê ve dest bi operasyona kontrolkirina Dêrezorê bike.” red kir û ragihand, ew nûçe ne rast in.

Sala borî Hevpeymaniya Navdewletî navendeke leşkerî li deriyê sînorî ya di navbera Sûriye û Iraqê de “Tinif” ava kir, ku hêzên Amerîkî û Brîtanî perwerdekirin û rahênankirina hin grûpên çekdar ên opozîsyonê dikin, ji nava wan jî Mexawîr El-Sewra ye.

Mexawîr El-Sewra berî demekê jî ragihandibûn ku ewê bê hevrêziya ligel HSDê dest bi operasyona bajarokê Bokemal (120 K.M li rojhilatê başûrê Dêrezorê) bikin.