Mislim: Xewna Kurdistana Sûriyê ne di serê me de ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim radigihîne, ew ti carî ji bo avakirina devereke Kurdî ya serbixwe li Sûriyê kar nakin.

Salih Mislim ji ajansa “DPA” a Almanî re ragihand, armanca wan avakirina Sûriyayeke demokratîk a federalî ye, ku hemû Sûrî tê de xwedî mafên wek hev bin.

Muslim got jî: “Em ji bo xewna Kurdistana Sûriyê, yan xwena devereke Kurd ya serbixwe kar nakin. HSDê dema serkeftin tomar kirine û devereke fereh rizgar kiriye û bûye duyem hêza li Sûriyê ne tenê ji pêkhateya Kurdî hatiye avakirin. Ereb, Siryan û Tirkmen jî di nava HSDê de hene.”

Derbarê pêşeroja hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê de Mislim got: “Navendên Amerîkî yên ku nihe hene, bi awayekî demkî ne. Amerîkî wek pispor şêwirmend bo pêwîstiyên şer hene. Ti rêkeftin û soz jî bo qonaxa piştî DAIŞê jî tune ne.”

Hevserokê PYDê veneşart ku piştî şer Amerîka ji bo berjewendiyên xwe ligel Tirkiyê li hev bike, lê got: “Me tedbîrên xwe girtine û projeya me ya zelal ji bo Sûriyayeke federal heye. Kî bi kê re digire ji bo me ne girîng e. li dawiyê em dikarin parastina xwe bikin.”

Herwiha Mislim tekez kir jî, ti rêkeftinên siyasî bi Amerîka re tune ne, tenê HSDê bi Hevpeymaniya Navdewletî re bo şerê DAIŞê pabend e. Ew nizanin jî dê piştî qonaxa DAIŞê Amerîka çawa bike.  

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di peyrew û bernameya xwe siyasî de diyar kiriye, ku ew kar ji bo Kurdistanê nake, tevî vê yekê jî metirsiyên Tirkiyê ji bo wan heye, ku li gor Enqerê PYD beşek e ji PKKê.