Ewropî jî piştgîriya serxwebûna Kurdistanê dikin

kurdistan24.net

K24 – Almanya

Referandûm referandoma serxwebûna Kurdistanê hindê navûdeng li derveyî Kurdistanê vedaye, êdî li ser asta navnetewî li her derê û li Almanya pirsa Kurdistana serbixwe mijareke girîng. Bi nêzîkbûna dema referandomê re jî, li asta siyasî û akadîmî li Ewropayê û kesê xwe nêzîkî Kurdan dibîne bi aşkere helwesta xwe derdibirînin.

Endamê Partiya Xiristiyanî a Demokrat (CDU) a Almanî a desthilatdar Vasilis Pavegos ji K24ê re wiha axivî: “Di baweriya min de divê welatekî serixwe ji bo Kurdan hebe. Bi milyonan Kurdistanî hene û bê welat mane, ev jî şaşîtiyeke mezin e, nasnameya wan a Tirkî, Sûrî, Iraqî û Îranî hene û nasnameya wan a Kurdî tune ye. Niha dem hatiye ku Kurdistan bibe dewlet û serbixwe bibe û pirsa bê nasnameya Kurdan gerek bi dawî bibe.”

Endamê Rêxistina Kurdistan – Îsraîlê (KIFA) Paşa Azad Almaz jî ji K24ê re got: “Li gor dîrokê û Şiroveyên cuda yên dîroknasan, dîroka welat û gelê me vedgere 2 hezar sal berî niha. Em di sala 2017an  de ne, lê hîn Kurdistan nîne. Em her roj dûaa û nimêjan dikin, da em vê xakê azad bikin, ji bo em rojekê ji zarok û neviyên xwe re bibêjin em ji kû derê hatine.”