YNK derbarê dengoya rêkeftina ligel PDKê de, hate deng

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Fermî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) red dike ku, di dawî civîna Polîturoya YNKê de behsa rêkeftinekê di navbera PDK û YNKê de bo dabeşkirina postên parlemento û hikûmetê, hatibe kirin.

Berdevkê Fermî yê YNKê di daxuyaniyê de ragihand, “Di malpera Spî Medya de nûçeyek ne rast hatiye belavkirin, ku di dawî civîna Polîturoya YNKê de behsa rêkeftineke nehênî di navbera YNK û PDKê de hatiye kirin, bo aktîvkirina parlemento û dabeşkirina postên hikûmetê.”

Berdevkê Fermî yê YNKê got jî, “Tevî ku ew nûçe dûr e ji rastiyê, zanyariyên wê jî bo tevlîhevkirina xwendevanan e. Hewldan jî bo têkdana jîngeha civînan e, ku li ser riya xwe ya asayî bi rê ve diçin.”

Daxuyaniyê amaje bi wê kiriye, “Belavkirina nûçeyên bi vê cureya ne rast û bi mebest, ji bilî derketina ji rawişta karê rojnamevaniyê û tevlîhevkirina raya giştî ye, di heman demê de ti xizmetekê ji bo hewlên asayîkirina parlemento û rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê nake.