Şanda danûstandkar a Kurd bo Bexdayê tê diyarkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Civîna Encûmena Bilind a Referandûmê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo diyarkirina şanda danûstandkar a Kurd bo Bexdayê, dest pê kir.

Civîna îro bi armanca diyarkirina şandeke bilind ji aliyên siyasî ye, bo serdana Bexdayê bikin û ligel hikûmeta Iraqê de dest bi guftûgo û danûstandinan bike.

Di civînê de, nûnerên piraniya aliyên siyasî beşdar in û li gor zanyariyên peymanêrê K24ê, daxwaz ji Tevgera Goranê û Komela Îslamî jî hat kirin ku nûnerên xwe bînin nava komîteyên taybet bi referandûmê.