Tirkiye ji helwêstan aborî yên Rusya dilgiran e

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Aborî yê Tirkiyê dibêje, eger zextên Rûsya ser Tirkiyê bên zêdekirin, ew dê bersivê bidin.

Nîhad Zeybekçî, Wezîrê Aborî da xuyakirin, ji Rûsyayê derbarê tometeyan de ti bendewariya wan nî ne û eger ji Rûsya fişara aborî berdewam bike ew dê bersivê bidin.

Zeybekçî got, derbarê veguhestin û vîzeyê de kêşe bi Rûsya re berdewam dikin. Her weha astengkirina hin mêwe û sebze jî nehatiye çareserkirin.