Siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê: Serxwebûn hêviyek e ji hemû Kurdistanê re

kurdistan24.net

K24 – Almanya  

Ji dema ku birayara referandûma serxwebûna Kurdistanê hatiye dayîn,  dengvedana wê di nava hemû Kurdan de bi germî pêşwazî lê tê kirin. Herwiha ji aliyê siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê dimînin, ev biryar wek gaveke dîrokî tê zanîn.

Siyasetmedarê Kurd yê ji Rojavayê Kurdistanê Celal Minla Elî ji K24ê re wiha axivî: “Miletê Kurd wek her miletekî mafê xwe li gor belgeyên navnetewî dixwaze. Em bi mafê çarenivîsê ya her perçeyê re ne. Dem li Herêma Kurdistanê serxwebûn çê dibe ji me hemûyan re hêviyek e ji bo hemû Kurdistanê re. Herwiha em hêvîdar in yekrêzî û yekîtî bibe.”

Siyasetmedarên Kurdistanê yên bi salan in li derveyî welat in û ji ber sedemên siyasî nikarin vegerin welat, her ji kîjan parçî bin her doz yek e.

Siyasetmedarê ji Bakurê Kurdistanê Bekir Topgîder jî ji K24ê re wiha anî ziman: “Wek her Kurdekî welatparêz em jî bi vê biryarê kêfxweş bûn. Divê her Kurdek bi hêzê xwe biçe ser sindoqan û dengê xwe bide. Ne tenê çavê Kurdan, çavên dunyayê li ser gelê Kurd e, loma divê em vê referandûmê bi serfirazî encam bidin.”