Siûdiye piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya “Orşelîm” ya Îsraîlê velav kir, Siûdiye piştevaniya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê dike.

Di destpêkê de rojnameyê nivîsiye, gelê Kurdistanê çaverêyî vê derfetê ye û ji sedsala borî ve ji aliyê welatên naçê ve her rastî êş û zilmê hatiye.

Rojnameyê amaje bi wê jî kiriye, Siûdiye yek ji welatên ku piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dike ye. Herwiha gotiye jî, piştî Siûdiyê, hemû welatên Sune jî piştevaniya xwe bo Kurdistaneke serbixwe radigihînin.