Xirabkirina 2 taxên Sûrê berdewam e

kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li 2 taxên navçeya Sûra Diyarbekirê, xebatên rûxandinê berdewam dikin. Şêniyên taxa Lalebey û Elîpaşayê amaje dikin ku armanca xirabkirina xaniyan, jinavbirina çanda Sûrê ye û dibêjin ku bedêla xaniyên me jî nayê dayîn. Xwediyên hin xaniyan tevî qutkirina av û karabayê, naxwazin xaniyên xwe bi cih bihêlin.

Rihan Kaya ya ku dayîka 5 zarokan e, li Taxa Elîpaşa ya Sûra Diyarbekirê di nav xaniyên wêrankirî de nanê tenûrê dipêje. Malbata Kayayê ji ber aloziyên li bakûr, di sala 1990'î de ji Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê koçî Sûrê kiriye û di şerê li Sûrê yê 2016'an de careke din ji Sûrê koç kiriye û niha jî li ber koçkirina cara sêyem e. Li gorî biryara Parêzgeriya Diyarbekirê, dê xaniyê malbata Kaya jî wekî bi sedan xaniyan werin hilweşandin. Kaya dibêje; bi pereyê ku wekî bedêla xaniyê min dane min, ez nikarim xaniyekî din bikirim.

Şêniya Taxa Elîpaşayê Rihan Kaya ji K24ê re dibêje: "Zarokên min hûr in, zarokên min li vê derê diçin dibistanê. Zilamê min di girtîgehê de ye. Em nikarin kirêya xanî bidin. Kirê, 500 e, 600 e, 700 e, ji xeynî av û karabayê. Mala me li ser rê ye, em dibêjin em xaniyê xwe bi cih nahêlin. Ango heta ku kepçe bê ber derî, em dibêjin em dernakevin. "

Aloziya di navbera şêniyan û dewletê de hîn jî bi temamî nehatiye çareserkirin. Di nav bergiriyên ewlehiyê de xebatên xirabkirina xaniyan didome. Gulfer Çelîk jî dibêje; ev 60 sal in ku malbata min li vê derê ye, me cîrantiyeke xweş derbas kir, lê niha av û karabaya me dibirin û dixwazin em jî derkevin.

Gulfer Çelîk got jî: "Me bi darê zorê ji xaniyên me derdixin. Tu pereyên xaniyên me li holê tuneye. Em rezîl û perîşan kirin, em şerpeze bûne. Ez nizanim ne herim, ne bimînim. Em 24 saetan li ser rê rûdinin û em li ber lembeyên erebeyan xwarina xwe dixwin. Em li vê derê ji dayîk bûne, em naxwazin ji Sûra xwe derkevin. Xaniyê me axur be jî em tê de stirîne."

Her malbatek li gorî derfetên xwe ji xwe re xaniyek ava kiriye, baxçeyek daniye. Xaniyê Remziyê Işikê jî 2 tebeqe ye û xwedî baxçeyeke ku ji darên fekî û sebzeyan pêk tê ye.

Baxçeyê Remziye Işikê di bin toz û dûxana xirabkirina xaniyên cîranên wê de maye. Remziye Işik dibêje: "Destên me ji baxçeyê me nabin. Tama fêkiyên baxçeyê me xweş e. Me sebzeyê xwe jî ji vî baxçeyî diçînî. Îsal ji ber bêavbûnê hişk bû û ber negirt. Xwezî heqê daran jî bidana, lê nadin. Tapûya xaniyê me heye lê heqê wî jî nadin."

Pêvajoya xirabkirin û nûjenkirina Sûrê, ji sala 2009'an ve dest pê dike. Di çarçoveya nûjenkirina Sûrê de Rêveberina Avahiyên Bi Komî (TOKÎ), Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê, Şaredariya Sûrê û Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê li hev hatibûn û biryara xirabkirina 850 xaniyan hatibû dayîn. Hin xwediyên xaniyan bi dewletê re li hev kirin, pereyên xwe stendin û koç kirin lê yên mayî bi dewletê re li hev nakin û dibêjin; hem bedêla xaniyên me nayê dayîn hem jî em naxwazin dest ji çanda Sûrê berdin.